top of page

Günün Fırsatları

Nizamiyê Genceyî (1140-1208) li bajarê Genceyê hatiye dinê û li wir wefat kiriye. Gence,paytexta dewleta Kurdên Şedadî bûye. Nizamî, di Leyla û Mecnûna xwe de dayika xwe wekKurd dide nasandin.Nizamî, zanayê felsefeya Îslamî û Yûnanî û ‘irfana Îranî ye. Navê Nizamî û berhemên wî, bicografyaya Îran û Rojhelata Navîn ve sînordar nemaye û gehiştiye çarkenarên cîhanê. Diedebiyata Farsî de, berî Nizamî gelek kesan çîrok vehûnane; lê di vehûnana çîrokan de ta niha kesnegihîştiye payeya wî ya bilind. Hunera vehûnana çîrokan ji aliyê Nizamî ve tesîr li ser hemûedebiyata gelên Rojhelata Navîn kiriye. Di dû Nizamî re bi dehan kesî bi zimanê Farisî, Tirkî,Kurdî... xwestine wekî wî çîrokan vehûnin, lê dîsa kes negihîştiye asta wî. Ji nava 5 pirtûkên wî,Xosrew û Şîrîn û Leyla û Mecnûn ji yên din bitesîrtir bûne. Ev her du pirtûk bi gelek zimananhatine wergerandin û bûne mijarên fîlm û şanoyan. Bi Kurdî jî, çi bi Kurmancî çi bi Goranî, hinekşairên me rêça Nizamî girtine û ev herdu berhemên wî, yan wergerandine yan jî adapte kirine.Perwîz Cîhanî jî, pêşî Xosrew û Şîrîna Nizamî wergerandibû, vê carê jî Leyla û Mecnûnwergerandiye. Cîhanî, bi awayekî afirînerî û hunerane wergera xwe kiriye; neketiye peywergerandina qalikê peyvan; wî kakilê çîrokan bi kirasê Kurdî xemilandiye. Wergera xwe biwezna heceyî hûnaye. Xebata wî ya li ser Leyla û Mecnûnê ji 5636 beytan pêk hatiye.Barkod:9786256605770Format:KitapSayfa Sayısı:528Boyutlar:13,5 x 21,0Cilt Durumu: CiltsizKağıt Tipi:2. HamurBasım Tarihi:Kasım / 2025Çok Satan SıralamasıSon HaftaSon AySon YılTüm ZamanlarTüm Ürünler Arasında702117702117702117702117Edebiyat / Roman kategorisinde0000

Leyla u Mecnun Nizamiye Genceyi Nubihar Yayınları

₺598.00 Regular Price
556,14₺Sale Price

Sepette %7 Extra İndirimi Kaçırma

Quantity

    Related Products

    bottom of page